Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Merkel: Bêguman Çekên Kîmyayî li Gutaya Rojhilat Hatine Karanîn


Serokwezîra Almanya Angela Merkel dîyar kir ku ‘’bêguman’’ li Gutaya Rojhilat çekên kîmyayî hatine karanîn.

Merkel di preskonferansekê de da zanîn ku delîlên li Gutaya Rojhilat bi awayekî eşkere nîşan didin ku li wê herêmê çekên kîmyayî hatine karanîn.

‘’Piştî ewqas nîqaş û şermezarkirin, hîn jî li wir çekên kîmyayî tên karanîn û ew tiştekî xembar e’’ Merkel got.

Serokê Rûsya Vladimir Putin û Merkel pêr Duşemê bi rêka telefonê axifîbûn û Putin dabû zanîn ku îdiayên ser karanîna çekên kîmyayî ‘’spekulasyon û provokasyon in’’

Li gor agahîyên bizavkar û sazîyên sîvîl didin, li Dûma ya Gutaya Rojhilat êrîşeke kîmyayî li dar ket û bi kêmî ve 40 kes hatin kuştin.

XS
SM
MD
LG