Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Merkel û Johnson ji Malên Xwe Karên Hikûmetê Dikin


Testa vîrusa korona ya dawî ya Serokwezîra Almanya Angela Merkal neyênî derket, lê ew dê hikûmetê ji mala xwe birêve bibe.

Merkel, di 20’ê Adarê de jiber doktorê wê yê bi vîrusa korona ketibû, xwe li karantînayê danîbû.

Berdevikê hikûmeta Almanya ragihand ku Merkel dê di rojên pêş de jî ji mala xwe bixebite.

Serokwezîrê Brîtanya Boris Johnson jî ji mala xwe dixebite.

Testa vîrusa korona ya Johnson erênî derketibû.

Li Almanya pirtir ji 66,000 û li Brîtanya jî bi qasî 22500 pêketîyên vîrusa korona hene.

XS
SM
MD
LG