Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Merkel Ser Cureyên Nû yên Vîrusa Korona Hişyarîyê Dike


Serokwezîra Almanya Angela Merkel ser pêla sêyan ya vîrusa korona hişyarî kir.

Merkel dîyar kir ku li Almanya hejmara pêketîyên cureyên nû yên vîrusa korona zêde dibin û da zanîn ku bo ew careke din karantîneke giştî ranegihînin divê ew baldar bin.

Xanim Merkel got ku ew dê li gor pêketinên li herêman tedbîran bistînin.

Wê da zanîn ku ger li herêmeke di nav hefteyekê ji nav 100 hezar kesî 35 kes bi vîrusa korona ketibin ew herêm dikare dibistanan veke.

Serokwezîra Almanya ew bi şêwirmendên xwe re danûstandinê dikin ku ew her hefte karibin ku ji ji 7,5 mîlyonan heta 9,5 mîlyonan însan karibin vaksîna vîrusa korona li xwe bidin.

Li Almanya ser ewlekarî û bandora vaksîna vîrusa korona ya AstraZeneca hin nîqaş çêbûbûn.

Merkel dîyar kir ku ew vaksîn ewle û bi bandor e û da zanîn ku heta ku vaksîn wek niha kêm bin ew nikarin vaksînên bibijêrin.

XS
SM
MD
LG