Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Merkel Dijî Sistkirina Tedbîrên Vîrusa Korona Ye


Serokwezîra Almanya Angela Merkel dîyar kir ku ew bi awayekî cidî dijî sistkirina tedbîrên vîrusa korona ye.

Merkel di bernameya ARD ya Alman de nîşan da ku ger rêvebirîyên eyaletan tedbîrên pêwîst ranegihînin hikûmeta federal dikare mayê li rewişê bike.

‘’Divê em bi awayekî cidî li tedbîran binêrin. Hin eyalet wisa dikin, hin eyaletan hîn nekirine.’’ Merkel got.

Wê bal kişand ku ger hemî eyalet tedbîran ranegihînin ew dikarin qanûna ser enfeksîyonê nû bikin.

Xanim Merkel dîyar kir ku ew nikarin li hember zêdebûna pêketinên vîrusa korona xemsar bimînin.

Agahîyên Zanîngeha Johns Hopkinsê raber dikin ku li Almanya 2,7 mîlyon kes bi vîrusa korona ketine û 75,965 kes bi wê mirine.

XS
SM
MD
LG