Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Merkel, Macron bi Jinping re Peywendîyên YE yên Bazirganî Gotûbêj Kirin


Serokwezîr Angela Merkel û Serokê Fransa Emmanuel Macron
Serokwezîr Angela Merkel û Serokê Fransa Emmanuel Macron

Ofîsa serokwezîra Almanya dîyar kir ku serokwezîr Angela Merkel û Serokê Fransa Emmanuel Macron îro Duşemê bi vîdyo konferansê ser peywendîyên Yekîtîya Ewrupa (YE) û Çînê re, bi Serokê Çînê Xi Jinping re axifîne.

Ofîsa Merkel bi daxuyanîyeke ragihand ku her sê serokan di derbarê bazirganîya navneteweyî, parastina jingehê û ciyawazîya jîngehê nîqaş kirine.

" Wan her wiha ser hevkarîya şerê dijî pandemîya COVID-19, peydakirina vaksîna cîhanî, û pirsgirêkên navneteweyî û herêmî jî peyivîne, " di daxuyanîyê hat gotin.

XS
SM
MD
LG