Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Merkel: Divê Peymana Navokî Were Parastin


Serokwezîra Almanya Angela Merkel dîyar kir ku peymana navokî ya bi Îranê re tevî alîyên wê yên qels jî divê were parastin.

Merkel da zanîn ku jiber ku Amerîka ji peymana navokî ya bi Îranê re vekişîyaye, peywendîyên Almanya û Amerîka û yên Ewrupa û Amerîka guherîne.

Merkel bi bîr xist ku Almanya, Fransa û Brîtanya bi hev re tevdigerin û da zanîn ku peymana navokî tevî kêmasîyên xwe jî divê were parastin.

Serokwezîra Almanya da zanîn ku wan hay ji çalakîyên Îranê yên li Sûrîyê heye û dîyar kir ku bi peymana navokî ew dikarin, bo hin peymanên din hîn şertên baştir bi dest xînin

XS
SM
MD
LG