Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Merkel û Putin Ser Peymana Navokî Axifîn


Serokwezîrê Almanya Angela Merkel û Serokomarê Rûsya Vladimir Putin, bi rêka telefonê ser hewildana domandina peymana navokî ya bi Îranê re axifîn.

Her du rêber dê hefteya pêş li Soçî rû bi rû hevdîtinekê li dar xînin.

Ofîsa Merkelê bi daxuyanîyekê nivîskî ragihand ku her du rêber, derbarê peyvajoya piştî vekişîna Amerîka ji peymana navokî axifin.

Li gor daxuyanîyê, her du rêber da zanîn ku bo berevanîya ewlekarîya herêmê divê peymana navokî bidome.

XS
SM
MD
LG