Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Merkel û Putin Roja Şemîyê Dicivin


Serokwezîra Almanya Angela Merkel û Serokê Rûsya Vladimir Putin dê roja Şemîyê li Şatoya Meseber ya Brandenburg ya li nêzî Berlînê kom bibin.

Berdevkê Hikûmeta Almaya Steffen Seibert dîyar kir ku her du rêber dê ser Sûrîyê, rojhilata Ukrayna û projeya Herîkîna Bakur 2 biaxifin.

Seibert da zanîn ku Merkel û Putin dê berî civînê daxuyanîyeke hevbeş bidin, lê piştî civînê dê preskonferansê li dar nexin.

Her du rêber herî dawî di meha Gulanê de kom bûbûn.

Almanya, ji Rûsya dixwaze ku agirbesta Sûrîyê bîne qonaxa dawî û kêşeya li rojhilata Ukrayna, ku Moskow li wir piştgirîya serxwebûnxwazan dike, çareser bike.

Li gor projeya Herîkîna Bakur 2, dê gaza Rûs di ser Derya Baltik re here Almanya, lê Amerîka û Ukrayna bi tundî dijî vê projeyê derdikevin.

Amerîka dîyar dike ku bi vê projeyê Almanya ji berê zêdetir girêdayî çavkanîyên enerjîyê yên Rûsya bibe.

XS
SM
MD
LG