Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Merkel Banga Ser Hilcivîna bi Putin re Didomîne


Serokwezîra Almanya Angela Merkel bo rêberên Ewrupî banga ser civîna rûbirû ya bi Serokê Rûsya Vladimir Putin re didomîne.

Merkel dibêje ku bo çareserîya kêşeyên bi Rûsya re rêka herî baş lidarxistina hilcivîneke bi Putin re ye lê rêberên Ewrupî dijî vê fikrê ne.

Xanim Merkel bi Serokomarê Fransa Emmaneul Macron re, di hilcivîneke YE’ê ya li Brukselê de ew fikir pêşnîyaz kiribû.

Welatên Ewrupî, bi taybetî jî yên sînorên wan bi Rûsya re hene gotibûn ku ew civîn dê bo Moskow ya jiber êrîşên li înternetê û bicihkîrina leşkerên li sînorê Ukrayna tê tawanbarkirin, xelat be.

Rêberên welatên YE’ê li hev kiribûn ku ew bo hilcivîneke siberojê şertên kombûnê çêkin berê.

Merkel, roja Duşemê di civîneke onlayn ya parlamanên Almanaya û Fransa de, dîyar kir ku li şûna ku rêberên YE’ê ser kêşeyan di nav xwe de biaxifin, divê ew bi Putin re rastexwe bipeyîvin.

‘’Peywendîya Rûsya û YE niha bi rastî jî ne rind e, lê di dema Şerê Sar de jî însa bi hev re axifîn, li gor min bêdengî kêşeyan çareser nake.’’ Merkel got.

Xanim Merkel da zanîn ku wê YE gaveke din nêzîkî hilcivînê kiriye.

Wê di ser hilcivîna Serok Joe Biden û Putin re da zanîn ku hevdîtina rûbirû dikare rê li ber hevkarîyan jî veke.

Kremlînê hefteya borî dîyar kiribû ku Putin bala xwe daye ser pêşdebirina peywendîyên Moskow û Brukselê.

XS
SM
MD
LG