Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Merkel Bang li Rûsya Dike ku Leşkerên Xwe ji Sînorê Ukrayna Vekişîne


Serokwezîra Almanya Angela Merkel bang li Rûsya kir ku yekîneyên xwe yên leşkerî yên li sînorê Ukrayna kêm bike.

Merkel bi rêka telefonê ji Serokê Rûsya Vladimir Putin ser çareserîya kêşeya Ukrayna peyivî.

Wê dîyar kir ku divê alîyên pev diçin şerê xwe rawestînin û dest bi danûstandinan bikin.

Putin îdia dike ku rêvebirîya Kievê li rojhilata Ukrayna ‘’çalakîyên provakatîf’’ li dar dixe.

Kremlînê jî ragihand ku Merkel û Putin fikarên xwe yên ser rewişa Ukrayna ji hevdu re gotine.

Serokê Amerîka Joe Biden hefteya borî dîyar kiribû ku ew bi awayekî xurt piştgirîya yekîtîya axa Ukrayna dikin.

Yekîtîya Ewrupa (YE) jî ragihandibû ku ew li hember Rûsya piştgirîyê dide Ukrayna.

XS
SM
MD
LG