Serokwezîra Almanya Angela Merkel, Serokê Amerîka Donald Trump ser gotinên wî yên dijî endamên jin yên Partîya Demokrat rexne kir.
Merkel di preskonferansa salane ya li Navenda Medya ya Federal de dîyar kir ku di navbera wê û gotinên Trump de xetek heye.
Wê ser gotinên Trump, ku gotibû ‘’Bila vegerin welatê xwe’’ dîyar kir ku dijî hêza Amerîka ye.
‘’Ya ku Amerîka bi hêz dike hevkarîyên ji gelên cuda ne’’ Merkel got.
Merkel dîyar kir ku ew ser girjîya Amerîka û Îranê jî ketiye fikaran û da zanîn ku ew dixwaze ku kêşe bi rêkên dîplomatîk çareser bibin.
Merkel Gotinên Trump yên Dijî Endamên Demokrat Rexne Dike
