Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Merkel Vaksîna Vîrusa Korona ya AstraZeneca li Xwe Daye


Serokwezîra Almanya Angela Merkel vaksîna vîrusa korona ya AstraZeneca li xwe da.

Berdevikê Hikûmeta Almanya Steffen Seibert ji Twitterê ragihand ku Merkel vaksîn li xwe daye û wêneyê deftera vaksînê ya nîşan dide wê vaksîn karanîye belav kir.

Jibe tîrkirina xwînê li ser vaksîna vîrusa korona ya AstraZeneca nîqaş çêbûbûn û hin welatan karanîna wê rawestandibûn.

Merkel piştî lêdana vaksînê dîyar kir ku ew kêfxweş e ku wê doza pêşî li xwe daye.

‘’Ez spasîya hemî kesên beşdarî kempeyna vaksînê bûne dikim. Rêka têkbirina şewbê karanîna vaksînan e.’’ Merkel got.

Li Almanya di dawîya Berfanbara 2020’an re kempeyna vaksînê destpê kiribû.

Jêderên saxlemî yên Almanya dibêjin ku li welêt heta niha 15,4 mîlyon kesan doza yekê ya vaksîna vîrusa korona li xwe dane û 5,4 mîlyon kesan jî doza duduyan li xwe dane.

XS
SM
MD
LG