Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Merkel: Heta Kuştina Xaşiqcî Tam Eşkere Dibe Emê Çekan Nefiroşin Saudîyan


Serokwezîra Almanya Angela Merkel dîyar kir ku heta ku bûyera kuştina Cemal Xaşiqcî tam eşkere dibe, ewê çekan nefroşin Erebîstana Saudî.

Merkel ser kuştina Xaşiqcî li Konsulxaneya Erebîstana Saudî ya Stenbolê got ku ‘’pir xofdar e’’

‘’Divê ew bûyer were eşkere kirin. Heta ku ew bûyer ron dibe emê çekan nedin Erebîstana Saudî. Ez dikarim soza vê yekê bidim’’ Merkel got.

Serokê Komîteya Peywendîyên Derve yên Parlamentoya Almanya Nobert Roettgen jî da zanîn ku heta ku bûyera Xaşiqcî tam ron dibe divê firotana çekan rawestînin.

Roettgen dîyar kir bo ew ‘’rûmet’’a xwe hinda nekin,firotanên hatine pejirandin jî di nav de, heta bûyera Xaşiqcî tam eşkere dibe, ew çekan nedin Erebîstana Saudî.

Rojnamevanê Saudî Cemal Xaşiqcî, herî dawî di 2'ê Cotmehê de dema ketibû Konsulxaneya Erebîstana Saudî ya Stenbolê hatibû dîtin.

Rêvebirîya Rîyadê berê îdiayên ser kuştina Xaşiqcî red kiribûn, lê piştre dabû zanîn ku Xaşiqcî li konsulxaneyê hatiye kuştin

XS
SM
MD
LG