Partîya Doza Azad (Huda-Par) ragihand ku xebatên wê yên hilbijartinê li Akdenîz ya Mêrsînê rastî êrîşan hatine û hin endamên wê birîndar bûne.
Huda-Par, ku jibo hilbijartinên 14’ê Gulanê bi Partîya Dad û Pêşvebirinê (AKP) re hevkarîyê dike, partîyên muxalefetê tawanbar kirin.
Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) ser bûyera li Akdenîz ya Mêrsînê bi daxuyanîyekê got ku desthilat di 14’ê Gulanê de têkçûna xwe dibîne û dixwaze bi girjîyên civakî dengan kom bike.
HDPê bang li gelên Tirkîyê kir ku rê nedin bingeha provokasyonê.
HDP, di Hevpeymanîya Ked û Azadîyê de û ji lîsta Partîya Çep ya Kesk dikeve hilbijartinan.
Jêder: Huda-Par, HDP