Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rojnamevaneka Almanî ku li Tirkiyê Dihate Dadgehkirin Vedigere Almanya


Rojnamevana Almanî Mesale Tolu
Rojnamevana Almanî Mesale Tolu

Rojnamevana Almanî Mesale Tolu ku li Tirkiyê dihate dadgehkirin li dor tawanbariyên terorê, vegeriya Almanya piştî dadgeha Tirkiyê biryar da ku ew dikare vegere.

Ajansa Almanî ya nûçeyan dpa ragihand ku Mesale Tolu îro Yekşemê gihîşte firokxana Stuttgart.

Demekê berê îro Yekşemê Tolu di twîtekê de wêneyeka xwe û kurê xwe li firokxaneya Tirkiyê belav kir û got:”Piştî 17 mehan, vedigerim mal.”

Tolu, bi propaganda terorîzmê û endamtiya gurûpeka qedexekirî, partiya komonîst, hat tawanbarkirin. Ew van tawanbariyan red dike.

Ew meha 12an a sala borî ji zîndanê hate azadkirin lê dadgehkirina wê berdewam bû ta berî rêdana vegera wê bo Almanya.

Wezîrê derve yê Almanya Heiko Maas ev gav wek gavek ber bi çakirina pêwendiyên herdû welatan anî ziman.

XS
SM
MD
LG