Parlamenê Herêma Kurdistana Îraqê roja Çarşemê di rûniştineke taybet de kabîna nû ya hikûmê pejirand.
Li gor rûniştina parlamena herêmê û dengdana li ser kabîna 9an ya hikûmeta Herêma Kurdistanê, Mesrur Barzanî bi 88 dengan bo Serokwezîr û Qûbad Talebanî jî weke Cîgirê Serokwezîr bi 73 dengan hat erê kirin.
Di rûniştinê de bi tevayî deng li ser wezîrên destnşîankirî hate dan, her hemû bi dengê erê hatin pejirandin.
Di heman rûniştinê de Serokwezîr û Cîgirê wî û wezîran sonda yasayî xwar. Piştî pesendkirinê, Mesrur Barzanî karnama hikûmetê ragihand û got, ewê hewil bidin hikûmetek bihêz ava bikin û dê şandekê bişînin Bexda bo danûstendinan da ku, pirsgirêkên heyî vbi hev re çareser bikin.
Ji hejî bîrxistinê ye ku parlamena Herêma Kurdistana Îraqê roja 11î meha Hezîranê deng li ser pejirandina Mesrur Barzanî dabû weke kesê destnîşankirî bo avakirina hikûmeta nû ya Herêma Kurdistana Îraqê û deng li ser hatbû dan, ji encama dengdanê ji koma 97 endamên amade, bi 87 dengan hatbû erê kirin.