Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Arjantîn Bo Cara Sêyemîn Kupa Cîhanî Qezenc Kir


Kupa Cîhanî di Dest Tîma Arjantînê de li Qeter 2022
Kupa Cîhanî di Dest Tîma Arjantînê de li Qeter 2022

Arjantînê roja Yekşemê bo cara sêyemîn Kupaya Cîhanê bi şêwazek awarte bi dest xist, di avêtina golên penaltiyan de 4-2 Fransa têk bir, piştî ku Lionel Messi du gol avêtin ku tîma Arjantînê li hembr Fransa 3-3 bûn, piştî 80 deqîqeyan ku bi saya Kylian Mbappe yeksan bûn, ev yek pêkhat dema ku Arjantîna li hember fransa 2-0 bû.

Hêviya dirêj ya ku Arjantînî li bendê bûn bi dawî bû, û tîma lîstikvanê efsanewî Lionel Messi, roja Yekşemê, bo cara sêyemîn kupa Cîhanî bi dest xist.

Serkeftina Arjantînê li stadyûma “Lusail” ya paytexta Qeterê, Doha pêkhat.

Golparêzê Arjantînê du penaltî vegerandin û Arjantîn bi ser ket.

Arjantîn 6 caran derketiye fînalan li mondyalên Kupa Cîhanê û ev cara sêyemîne ku dibe pehlewana yekê û kupa cîhanî bidest dixe.
FIFA2022, Qeter (REUTERS/Paul Childs)
FIFA2022, Qeter (REUTERS/Paul Childs)

Her careke ku Arjantîn gihaye fînalê û kupa cîhanî bidest xistî, li hember tîmeke Ewrupî bûye.

Di sala 1978 de Arjantîn di fînalê de li hember Hollanda bû, û 1986 li hember Almanya bi serket û îsal jî Fransa têk bir. Fransa jî du caran Kupa Cîhanê bi dest xistiye.

XS
SM
MD
LG