Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Mesûd Îko: Daxuyanîya Rêberê Biraderên Mislimanên Sûrîyê Ne Di Cihê Xwe De Ye


Rebêrê tevgera Biraderên Misliman ya opozisyona Sûrîyê, Riyad Şeqfe di hevpeyvîneke rojnamevanî de ragihand ku eger rejîma Esed ket, ewê herêma Colan ji Îsraîl vegerînin. Lê Birêz Şefqe got ewê hewl nedin herêma Îskenderonê ji Tirkîyê bistînin ji ber ku ew herêmeke Tirk e. Di heman demê de, Riyad Şefqe got, Kurdên Sûrîyê bi mafên hemwelatîyê razî ne û kes ji wan doza otonomîyê nake.

Di heveyvîna ligel Dengê Amerîka de, rojnamevan Mesûd Îko dibêje, rêberê tevgera Îslamî li gorî berjiwendîyên xwe û hevalbenda xwe TIrkîyê van daxuyanîyan dide.

Birêz Îko herwiha dibêje, mafên Kurdan li Sûrîyê ne tenê mafên hemwelatîyê ne, lê mafên netewî ne.

Jibo guhdarîkirina vê hevpeyvînê, kerema xwe lînka dengî li destê rastê klîk bikin.

XS
SM
MD
LG