Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Meta Dawî li 10 Hezar Karên Din Tîne


Kompanîya Meto, ku Facebook jî beşeke wê ye, îro Sêşemê ragihand ku ew dawî li 10 hezar karên nû têne ku di wê Mijdara borî de jî 11 hezar kesên din ji kar derxistibûn.

Meta herwiha ragihand ku ewê 5 hezar karên vala yên heyî tijî neke.

Meta û kompanîyên din yên teknolojîyê di nava du salên dawî de bi awayekî xurt kesên nû werdigirtin, lê di mehên dawî de dest bi qewitandina hin xebatkarên xwe kiribûn.

Kompanî Meta meha borî ragihandibû ku cara sisêyan ser hev e ku dahata wê kêmtir dibe.

Meta herwiha dîyar kir ku ewê tîma xwe ya dîtin û wergirtina xebatkarên nû jî biçûktir bike û di Nîsanê de jî di şîrketên xwe yên teknolojîyê de jî hin kesên din ji kar derxîne.

Kompanîya Amazon jî ragihandibû ku ewê jibe pirgirêkên aborî avakirina navenda giştî ya duyê ya li Virginia bicemidîne.

XS
SM
MD
LG