Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Dadgeheke Tirk Karmendê Amerîkî Metîn Topuz Berneda


Dadgeha ku topuz dihat dadgeh kirin
Dadgeha ku topuz dihat dadgeh kirin

Dadgeheke Tirk îro Pêncşemê biryar da ku karmendê konsulxaneya Amerîkî ya li Tirkîyê Metîn Topuz heta 15'ê Gulanê, bi berdewamî li zindanê bimîne.

Halit Akalp, parêzerê Topuz got ku di mercên normal de û li gor delîlên heyî, divê Topuz îro bihata berdan.

“Emê mafê daxwaza pêdaçûnê bi kar bînin û wê biryarê bibin pêş dadgeha bilindtir. Ger Topuz berdin yan bernedin, emê li benda 15’ê Gulanê bin.”

Topuz, bi îdiaya sixûrî û endambûna tora Fetullah Gulen ku Tirkîye wek plankara darbeya leşkerî ya 2016’an dibîne, tê tawanbar kirin.

Washington dibêje ku Topuz bê guneh e û bi pêgirî daxwaza berdana wî ji Enqerê dike.

Amerîka ser girtina Topuz di meha Cotmeha 2017’an de, bi demekê karên vîza li mîsyonên dîplomatîk yên li Tirkîyê rawestandibû.

XS
SM
MD
LG