Anketeke nû li Tirkîyê nîşan dide ku Partîya Dad û Pêşvebirinê (AKP) û hevalbenda wê ya neteweperwer, di hilbijartina pêşdem ya 24'ê Hezîranê de nêzî 54 ji sedê dengan werdigire.
Pirsnameya kompanya MetroPoll, ku bi beşdarbûna 2,063 kesan li 28 bajaran hatiye kirin, pêşbînî dike ku AKP, 48 ji sedê daengan û hevalbenda wê Partîya Tevgera Neteweperwer MHP jî 6 ji sedê dendan wergire.
Di anketê de xwane dibe ku sê partî %10 bendava netewî ya hilbijartinê diborin. Partîya Gel ya Komarî (CHP) 21 ji sedê, Partîya Baş (Îyî) 12 ji sedê û Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) jî 10 ji sedê dengan werdigire.
Hêjayî bîrxistinê ye ku di hilbijartinên pêşdem de hem jibo hemî kursîyên parlemanê, hem jî bo posta seroktîya karger dengdanê wê were kirin.