Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Mevlut Çavuşoglu: Em Gefan Qebûl Nakin


Mevlut Çavuşoglu û Mike Pompeo
Mevlut Çavuşoglu û Mike Pompeo

Wezîrê Derve yê Tirkîyê Mevlut Çavuşoglu, ser twîta Serokê Amerîka Donald Trump, ku gotibû ku ewê jiber girtîbûna Andrew Brunson dijî Tirkîyê toleyên giran ragihînin, ji Twitterê bersîv nivîsî.

Çavuşoglu da zanîn ku ew bi ti awayî gefxwarinê qebûl nakin û bo herkesî ya li pêş hiqûq e, ji ti kesî re ne cûda ye.

Trump dabû zanîn ku divê Tirkîye, qeşeyê Amerîkî ‘’êşên mezin dikişîne’’ û ‘’divê ew demûdest were berdan’’

Andrew Brunson ji Cotmeha 2016’an ve li Tirkîyê girtî ye û niha di hepsa malê de dimîne.

Tirkîyê bo Brunson qedexeya derketina derve ragihandîye û jiber girtîbûna girjîya di navbera Enqere û Washingtonê gur dibe.

XS
SM
MD
LG