Lînkên eksesibilîtî

Hejmara Qurbanîyên Erdhêja Meksîkî Giheştîye 32 Kesan


Karbidestên Meksîkî dibêjin ku hejmara kesên kuştî ya erdheja hêzdar, giheştîye hêrî kêm 32 kesan.

Walîyê eyaleta Oaxaca, Alejandro Murat ji AP re got ku bi kêmî ve 23 kes li herêma wan ya ber behrê hatine kutin.

Murat da zanîn ku bajarê Juchitan ji erdhejê zararê here mezin dîtîye û gelek xanîyên bajêr hilweşîne û 17 kesên kuştî ji wî bajarî ne.

Karbidestên hawarçûnê jî ragihand ku herî kêm 7 kes li Chiapas û 2 kesên din jî eyaleta Tabasco jîyana xwe hinda kirin.

Navenda Lêkolînên Jeolojîk ya Amerîkî (U.S. Geological Survey) ragihand ku hêza erdheja ku navenda wê eyaleta Chiapas ya nêzî sînorê Guatemala, 8.1 e.

XS
SM
MD
LG