Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Meksîko Rojnamevaneke Din Hate Kuştin


Mexico Journalist Killed
Mexico Journalist Killed

Rojnamevanek li bajarê sînorî yê Tijuana yê bakurê Meksîkayê hat kuştin. Ew dibe duyemîn kuştina rojnemevanekî li bajêr di nav hefteyekê de û ya sêyemîn jî vê mehê li Meksîkayê.

Serokê Meksîka Andres Manuel Lopez Obrador roja Duşemê bang kir ku vekolînek berfireh were çêkirin û hişyarî da ku li ser sedema kuştina Lourdes Maldonado Lopez, rojnamevanek Tijuana ku carekê ji ber gefan li dijî wê bo alîkarî xwestine hatibû cem wî.


Rêxistina çapemeniyê Article 19 bi rêya Twitterê got ku Maldonado nûçeyên li ser gendelî û siyasetê li Tijuana çê dikir û berê ji ber karê xwe rastî êrîşê hatibû. Ew di sîstema parastinê ya dewletê de ji bo rojnamevanên ku rastî gefan hatine, hatiye qeydkirin, lê wê rêxistinê hûrbînî li ser stendina tedbîrên ewlehiyê neda.


XS
SM
MD
LG