Lînkên eksesibilîtî

Li Mexico di Êrîşên Grûbên Diz û Çetan de 9 Kes Tên Kuştin


Berpirsên fermî yên Mexico dan zanîn ku, di navbera dizên sotemeniyê de li navenda bajarê Mexico şer derketiye, di encama gulebarandinan da li cihên cûda, 9 kes hatine kuştin.

Ev pevçûnên herî dawiyê bûn, li herêma rojhilat ya bajarê Mexico qewimîn ku li wir bûriyên petrolê hene, grûbên çete û dizan tawanan encam didin.

Serdozgerê herêma Puebla dibêje, şevê din direng, dema grûbek rêgir û çeteyan bi pêşengiya" El Cuije", dest bi gulebarankirinê li dij grûbek din ya dizan kirî jibo stendina pereyan ji wan, bûyer qewimîye.

Di bûyera şîdetkar da derhal sê kes hatine kuştin û grûbê 5 kesên din bi xwe re revandin, piştî demek kurt, laşên her pênc kesan, li herêmeka din, şewitî hatin dîtin.

Li herêma Huehuetlan El Grande dîsan polîsek hatiye kuştin û yekî din birîndar bûye.

Qaçaxçiyên madên bêhuşker û grûbên çete û diz êrîşan li herêma Puebla ya bajêr encam didin û petrol didizin.

Êrîşek di heman şêwe da, li meha Gulana bûrrî pêkhat bû, dema çeteyên çekdar kesên sivîl weke mertal bikar anî bûn û êrîşî leşker û hêzên ewlekariya bûriyên petrol kir bûn, li vê herêmê, di encam da, 4 leşker û 6 diz hatbûn kuştin.

.

XS
SM
MD
LG