Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rojnamevan Apo Gok Biryara Astengkirina Malperên Ajansa Mezopotmaya Dinirxîne


Apo Gok
Apo Gok

Malperên Ajansa Mezopotmaya (MEHA) di 30’ê Îlonê de li ser biryara Dadgeha Aştî ya Cezayê ya Entabê hate asteng kirin.

Ev dibe cara 23’an ku dadgehên cuda biryara astengkirina malpera ajansê didin.

Ajansa MEHA di 20’ê Îlona 2017'an de hatibû damezrandin, piştî ku ajansa DIHABER ji alîyê hikûmetê ve hatibû girtin.

Edîtorê ajansa Mezopotamya Apo Gok got ku jiber nûçeya wan ya vê dawîyê hatiye asteng kirin.

''Jibo ku me bûyereke ku dewletê xwest veşêre hatin girtin û malpera me jî jibo ku van nûçeyan belav kir bi zanebûn hate astengkirin. Cîhanê dît ku bi avêtina du kesan ji helîkopterê wehşetek çawa qewimîye,” Gok got.

Hêjayî bîrxistinê du peyamhinêrên MEHA, Cemîl Ugur û Adnan Bîlen du yên JINNEWSê Şehrîban Abî, Nazan Sala nûçeyên gundîyan belav kiribûn, lê di 6’ê Cotmehê de bi biryara Dozgerîya Wanê hatibûn girtin.

Dozgerîyê bi îdiaya ku ew kes endamên rêxistina KCK’ê ne û bi bûyerên civakî li dijî berjewendîyên dewletê nûçeyan çêdikin, girtina wan xwestibû.

Sendîka û komelên ragihandinê li dijî girtina rojnamegeran daxuyanî dan û xwestin ku her çar jî werin berdan.

Lê dadgeha ku biryara girtina rojnamegeran da got ku jibo ku karta zer ya ku serokomarî dide li ser wan tuneye, guman heye ku ew ne rojnameger in.''

Rêxistinên navnetewî jibo azadîya ragihandinê di raporên xwe de dibêjin Tirkîye jibo rojanmegeran bûye girtîgeheke servekirî.

Lê, berdevkê ragihandina serokomarîya Tirkîyê Fahrettîn Altun, ser torên civakî berteke tund nîşan dabû û gotibû ku “ewê rê nedin propagandayên rêxisitinên terorê yên bin azadîya ragihandinê.''

KHF_10_13_2020_Apo Gok_Astengkirina Malpera Mezopotamya
please wait

No media source currently available

0:00 0:05:42 0:00

XS
SM
MD
LG