Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Fehîm Îşik Encamên Civîna Civata Ewlekarîya Netewî Ya Tirkîyê Şirove Dike


Civata Ewlekarîya Netewî Ya Tirkîyê "MGK"
Civata Ewlekarîya Netewî Ya Tirkîyê "MGK"

Roja Sêşemê civîna Civata Ewlekarîya Netewî (MGK) bi serokatîya serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan ve pêk hat. Di civînê de hat dîyar kirin ku heta ku operasyona dijî bakurê Sûrîyê negihêje armanca xwe wê bidome.

Dîsa piştî civînê hat destnîşan kirin ku heta li heremê aşitî û aramî çênebe, operesyon wê bidome. Herwiha tê gotin ku jibo parastina sivîlan hemû tedbîr têne sitandin.

Herwiha li alîyeke din Tirkîye dibêje ew jibo vegera Surîyeyîyan ya di nava aramîyê û ewlehîye dixebitin û ji civaka navnetewî piştgirî hat xwestin.

Şîrovekar Fehîm İşik li ser civînê dibêje jixwe êrîşên Tirkîye yên li ser rêya M4, Til Temîr û Eyn Îsa didome.

Fehîm Îşik Şirovekar - Almanya
Fehîm Îşik Şirovekar - Almanya


“Tirkîye bi biryarên kevin yên Neteweyên Yekbûyî û peymana Enqere ya du alî ya di navbera Tirkîye û Sûrîye bi kar tîne. Ev yek dide nîşan ku Tirkîye di vî warî de nerihet e. Bi êrîşên piştî 9’ê Cotmehê sucên şer pêk hatin. Û Tirkîye dixwaze bi van ji di qada navnetewî de xwe biparêze.” Wi got.

İşik dibêje Tirkîye yek ji armanca Tirkîyê ewe ku 2 mîlyon penaber, çekdar û malbatên wan dixwaze bi cih bikin.

“Hemû cîhan dizane Tirkîye heremeke ewle ava nekir. Ew herema ewle kir herema şer. Ev yek weke nakokî ji tê ditin. Jiber ku 200 hezar kes ji cih û warên xwe terikandin. Gelek mirov zarok û jin jî di nav de hatin kuştin. Lê behsa heremeke ewle dikin. Amerîka, Rusya û Ewrupa dixwazin 2 milyon kes li vir cih bibin. Jiber ku ev 2 milyon jibo wan xeter e.”

Hêjayî birxistinê ye ku artêşa Tirkîye û komên çekdarên girêdayî wê 9’ê Cotmehê operesyoneke leşkerî dijî bakurê Surîyê dabû destpê kirin. Li gor daneyên Neteweyên Yekbûyî (NY) jiber vê operesyonê 200 hezar kes ji cih û warên xwe koç kirine.

Raporta mem Botanî - Îstanbol 27 11 2019
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:46 0:00


XS
SM
MD
LG