Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

MHP Dibêje Ewê Piştgirî Bide Hikûmeteke bo Hilbijartinên Pêşwext


Alîgurekî MHP
Alîgurekî MHP

Cîgirê Serokê Partîya Tevgera Neteweperwer (MHP) li Tirkîyê, Semih Yalcin îro Sêşemê ji Reuters re li ser hikûmetke kaolîsyonê çend şîrove kirin.

Yalcin got, wê partîya wî piştgirîya hikûmeteke kêmanî ya Partîya Dad û Pêşvebirênê (AKP) bike, eger di meha 11, Mijdarê de hilbijartinên pêşwext bêne kirin.

"Emê destek nedin ti koalîsyonên din ku ji alîyê AKP ve bê damezrandin. Lê, eger ku hikûmeta kêmanî hilbijartinên pêşwext pêk bîne, divê em serî de dema wan hilbijartinan bibînin.”

AKP jibo hikûmeteke koalîsyonê di nav lêgerînê de ye û ji demeke vir ve ligel Partîya Gel ya Komarî (CHP) danûstandinan dike.

Li gor qanûna bingehîn, divê nav sê hefteyan de hikûmetek bê ava kirin. Eger ew yek pêk neyê hîngê dive hilbijartinlên pêşwext bêne kirin.

XS
SM
MD
LG