Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îran: Amerîkî yê Girtî Ne bi Sedemên Ewlekariyê Girtî ye


Michael R. White
Michael R. White

Îran dibêje welatiyê Amerîkî yê ku Tîrmeha borî hate girtin, ew ne ji bo sedemên ewlekariyê hatiye girtin.

Michael White ê 46 salî di dema serdanekê de bo Îranê hate girtin. Ew ji bo dîtina jineke ku bi riya Internêtê nas kiribû cûbû Îranê.

Berpirsên Îranê dibêjin sedema girtina wî giliyekî taybet e.

Cîgirê wezîrê derve yê Îranê Husên Penahaîazar ji ajnasa nîv-fermî ya nûçeyan ISNA re got ti dozên ewlekarî yan sîxuriyê li ser masê nînin.

White yekem Amerîkî ye ku di dema serokatiya Donald Trump de li Îranê tê girtin.

Ew şêf bû di hêzên deryayî yên Amerîka de û ev bû deh sal in dest ji kar berdeye.

Îranê jimarek kesên bi du nasnameyan ji welatên Rojava girtine bi tawanbariyên ewlekariyê ji bo bikaranîna wan di guftûgoyan de.

XS
SM
MD
LG