Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Michel di Salvegera Şoreşa Ukrayna de Serdana Kîevê Kir


Michel îro li Kîevê
Michel îro li Kîevê

Serokê Konseya Ewrupa Charles Michel îro Sêşemê jibo pîrozbahîyên salvegera 10an ya şoreşa Ukrayna, serdana Kîevê kir ku di encamê de Ukrayna berê xwe dabû Rojavayîbûnê

Ev serdan 21 meh piştî dagirkerîya Rûsya ya li Ukrayna û çend hefte berî peyvajoya danûstandinên rêberên Yekîtîya Ewrupa (YE) yên ser endamtîya Kîevê pêk hat.

Michel ji X’ê wêneyekê bi Balyoza YE’ê ya Ukrayna Katarina Mathernova re weşand û li ser nivîsî ku ew kêfxweş e ku bi hevalan re li Kîevê ye.

Serokomara Moldova Maia Sandu jî jibo danûstandinên ser endamtîya li YE’ê serdana Kievê kir û bi hevtayê xwe yê Ukraynî Volodymyr Zelenskyy re kom bû.

Sandu ser bîranîna kesên di şoreşa 2014’an de canên xwe ji dest dane, vîdyoyek weşand.

Ukrayna ku sala 1991an ji Moskowa Sovyetê qetîbû, îro Sêşemê jibo şoreşên 2004 û 2014’an yên ser rêya Rojavayîbûnê pîrozbahîyan li dar dixe.

Zelenskyy bi axaftinekê dîyar kir ku 20 salên berê endamtîya li YE’ê jibo wan xewneke romantîk bû, lê êdî ew veguherîye rastîyekê.

‘’Jiber vê divê encama statuya me ya berbijarîyê û domandina danûstandinên ser beşdarîya endamtîyeke bê şert bîne. Tevî ku şer didome jî em hemî hewildanên xwe didomînin," Zelenskyy got.

Karbidestekî payabilind yê YE hefteya borî dîyar kiribû ku bala cîhanê ser pevçûnên li Gaza ye loma ger meha pêş ser endamtîya Kîevê danûstandin çêbin dibe ku rîskên vê yekê hebin.

Kremlîn ser şoreşa 2014’an dibêje derbeyeke bi piştgirîya bîyanîyan e û ku di encama wê de hêzên Rûsî nîvgirava Qirimê dagir kiribûn û piştgirî dabûn serhildaneke li rojhilata Ukrayna.

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG