Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Michel: Rêberên G7 Dê Ser Helwesta Rûsya Danûstandinê Bikin


Serokê Konseya Ewrupa Charles Michel

Serokê Konseya Ewrupa Charles Michel berî Hilcivîna G7 ya li Brîtanya destpê bike preskonferanseke onlayn li dar xist.

Charles Michel dîyar kir ku rêberên G7 dê îro Pêncşemê ser helwesta Rûsya ya bo pûçkirina welatên rojava danûstandinê bikin.

‘’Hevalbendên G7 ser kiryarên Rûsya yên hilweşîner mîna hevdu difikirin.’’ Charles Michel got.

Serokê Amerîka Joe Biden jî li Washingtonê ji rojnamevanan re dabû zanîn armanca serdana wî ya li Ewrupa xurtkirina peywendîyên transatlantîk e.

Biden dabû zanîn ku ew dixwaze raberî Rûsya û Çînê bike ku Ameîka û Ewrupa bi awayekî xurt girêdayî hevdu ne.

Welatên rojava îdia dikin ku Rûsya bi êrîşên înternetî û yên din hewil dide demokrasîyan ji hevdu veqetîne, lê Moskow wan îdiayan red dike.

XS
SM
MD
LG