Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Michel: YE û Çîn bi Awayekî Hevbîr Dibêjin ku Şerê li Ukrayna Gefan Çêdike


Ajansa nûçeyan ya Reutersê ragihand ku Yekîtîya Ewrupa (YE) û Çîn hevbîr bûne ku şerê li Ukrayna dijî ewlekarîya cîhanî gefan çêdike.

Reutersê ew agahî ji zarê Serokê Konseya Ewrupa ragihand.

Charles Michel piştî civîna onlayn ya YE û Çînê dîyar kir ku wan Çîn hişyar kiriye ku di şerê li Ukrayna de piştgirîyê nede Rûsya.

Michel da zanîn ku YE û Çînê li hev kirine ku dijî ewlekarî û aborîya cîhanê gefan çêdike.

Wî dîyar kir ku hewildanên ser pûçkirina toleyan dê cengê direjtir bike.

Serokê Konseya Ewrupa da zanîn ku ger Çîn bo bidawîkirina şer di hewildanan keve ewê Ewrupî bi awayekî erênî li gavên wê binêrin.

Hîndistan û Çînê heta niha Rûsya jiber dagirkirina Ukrayna şermezar nekirine.

Karbidestên Rûsya dibêjin ku ew peywendîyên xwe yên bi Hîndistan û Çînê re ji berê xurttir dikin.

XS
SM
MD
LG