Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Bing û LinkedIn Soz Didin ku di Reklaman de Asta Zelalbûnê Xurt Bikin


Kompanîya Microsoft îro Înê soz da ku ewê li ser reklamên armanckirî bêtir agahdar be û zanyarîyan pirtir li ser wan peyda bike.

Microsoft herwiha soz da ku karînerên xwe li gor qanûnên tund yên Yekîtîya Ewrupî ya derbarê platformên teknolojîyê de, ji gef û metirsîya Hişberîya Çêkirî (AI) biparêze.

Niha pêdivîya kompanîyên mezin yên Înternetê heye ku Qanûnên Karûbarên Dîjîtal ya Yekîtîya Ewrupî (DSA) ya bingehîn bi cîh bînin, ku ew yaseyeke pir girîng e. Ew qanûn ji wan daxwaz dike ku ew bikarhênerên xwe biparêzin ji babet û mijarên metirsîdar û xirab û di derbarê algorîtmayên xwe de zelaltir bin.

Yekîtîya Ewrupî navê 19 platforman destnîşan kirîye ku piranîya wan li Amerîka ne, di nav wan de Bing û LinkedIn ya Microsoft û herwiha Facebook, Instagram, Snapchat û TikTok.

Ev yase ji roja Înîyê ve jibo van torên medya civakî û malperên "pir mezin" dikeve karînê de.

Yek ji daxwazên herî girîng ên di bin DSA de ye, ev e ku rê bide bikarhênerên xwe ku ew karibin zaneyrîyên xwe yên nekesane bi kar bînin jibo parastinê.

LinkedIn a kompanîya Microsoftê di roja Înîyê de di belavokekê de got ku wan ev guhertin jibo malpera xwe pêk anîye.

Wekî din jî Hişberîya Çêkirî (AI) bi pêşkeftinên xwe yên mezin re cihê serekî di sernavan de girtîye û bal pir kişandîye piştî ku chatbot ChatGPT, ku ji hêla OpenAI ve hatî pêşve xistin, ku Microsoft bi xwe lê veberhênan kirîye.

Yekîtîya Ewrupî jibo pejirandina qanûna yekê ya cîhanê ya ku AI-ê heta dawîya salê birêkûpêk dike pêşbazîyê dike.

Ji alîyê xwe ve jî Courtney Gregoire, seroka ewlehîya dîjîtal a Microsoftê, soz di postek blogê da ku wê Microsoft "gavên din yên parastinê bicîh bîne da ku li hember metirsîyên nû yên têkildarî AI parastî bin û dê berdewamîya zelalîyê bikin di derbarê rêbaza me de ".

Gregoire got ku tedbîrên din ên ku ji hêla Microsoft ve hatine kirin da ku li gorî pîvanên DSA-bin ew in afirandina "Pirtûkxaneya Ad" ye, ku bikarhênerên Ewrupî bigihîjin agahdarîya derheqê reklamên ku ew li ser platformê dibînin.

LinkedIn jî gavek wisa avêtîye.

Herwiha Snapchat ya kompanîya Snap jî vê hefteyê guhertinên li ser sepana xwe eşkere kir ku tê de derfetê dide bikarhêneran ku kontrola naverokan ku dibînin bikin û kinkirina reklamên armanckirî ji zarokên ku temenê wan ji 13 û 17 salî be li welatên Yekîtîya Ewrupî û li Brîtanya jî û bên sînor kirin.

Jêder: AFP

XS
SM
MD
LG