Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Êrîşên Mûşekî Yên Rojhilata Navîn Metirsiya Şerê Gazayê Zêde Dike


Êrîşên mûşekî li Sûriyê, Lubnan, Îraq û Yemenê roja Şemiyê, metirsiya şerê Gazayê ku dibe sedema pevçûneke berfireh a herêmî di navbera Îran û hevalbendên wê de li aliyekî û Îsraîl û Amerîkayê li aliyê din, bêhtir balê dikşîne.

Îranê got ku pênc nobedarên şoreşa îslamî di êrîşeke mûşekî de li ser xaniyekî li Şamê hatin kuştin ku wê Îsraîl pê tawanbar kir, û jêderên ewlekarî li Lubnanê got ku êrîşeke Îsraîlî li wir endamekî Hizbullahê ku Îran piştgirîya wê dike, kuşt.

Piştre roja Şemiyê, mûşek û roketên çekdarên Îraqî yên ku Îran piştgirîya wan dike, hêzên Amerîkî li bingeha esmanî ya Eyn el-Esed kirin armanc, Fermandarîya Navendî ya Amerîkî got.

Wê got ku hejmarek karmendên Amerîkî ji ber birînên trawmatîk ên mejî dihatin nirxandin û serbazekî Îraqî birîndar bû.

Amerîka her wiha got wê mûşekeke ku grûpa Hûsîyan ya ku Îran piştgirîya wê dike li Yemenê li başûrê Deryaya Sor kir armanc, û ew wekî metirsiyekê li ser keştîyan binav kir.

Li gel zêdebûna aloziyên herêmî, serokê Îranê Îbrahîm Raîsî soza cezakirina Îsraîlê da ji ber lêdana wê ya li Sûriyê, ku ew wek "gunehkarî" bi nav kir û got dê bêbersiv nemînin, li gorî daxuyaniyekê li ser televîzyona fermî ya Îranê IRIB.

Îsraîlê, ku bi gelemperî êrîşên bi vî rengî nîqaş nake, ti şîrove li dor wê êrîşê nedan.

Bombebarana tund a Îsraîlê ya li ser Gazayê ji 7ê Cotmehê ve, ku rayedarên saxlemiyê li devera dorpêçkirî ya Hemasê dibêjin nêzîkî 25,000 Filistînî kuştine, zû bû sedema pevçûnên sînorî di navbera Îsraîl û Hizbullaha Lubnanê de.

Çavkanî: Reuters

XS
SM
MD
LG