Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Hilbijartinên Mîdterm yên Dîrokî de Prosesa Dengdanê bi Serketî Didome


Bi mîlyonan hilbijêrên Amerîkî bo hilbijartina mîdterm îro Sêşemê li ser sindoqan in ku endamên Kongresê û rêvebirîyên xwecîhî li eyaletên curbicur hilbijêrin.

Raporta Zindî ji Navendeke Dengdanê li Nêzî Washingtonê
please wait

No media source currently available

0:00 0:04:53 0:00

Ew hilbijartin ku wek Hilbijartinên Mîdterm tên bi nav kirin, du sal piştî hilbijartinên seroktîyê têne kirin û wek referanduma piştgirîya partîya desthilatdar û Qesira Sipî tên dîtin.

Ger Demokrat di hilbijartinên îro de piranîya Kongresê bi dest bixin, hîngê dikarin astengîyên girîng ji rêvebirîya Serok Donald Trump re peyda bikin.

Di hilbijartinên îro de 435 endamên Civata Nûneran wê bi giştî werin guhertin û 35 kursîyên di Civata Senatoran ya 100 endamî jî werin nû kirin û li 36 ji 50 istanan walîyên nû dê werin hilbijartin.

Bîrpirsên civakî (anket) û pisporên sîyasî pêşbînî dikin ku Demorat di hilbijartinên Civata Nûneran de xwedî avantaj in ku piranî bi dest bixin.

Tê texmîn kirin ku Demokrat ji hejmara niha pirter kursîyên Civata Nûneran qezenc bikin û ger bikarin 23 kursîyên nû wergirin, hîngê piranî dikeve destê wan.

Komarî jî hêvî dikin ku mîtîngên Serok Trump dê bandoreke erênî li ser hilbijêran bike da ku ew bikaribin piranîya nav Civata Senatoran biparêzin.

Komarê niha xwedîyê 51 kursî ne û di destê Demokratan de jî 47 kursî hene, lê 2 senatorên serbixwe jî bi wan re sîyasetê dikin.

Di hilbijartinên îro de ji 35 kursîyên Civata Senatoran, 26 di destê Demokratan de ne, 9 kursî jî yên Komarîyan in.

XS
SM
MD
LG