Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Mîdyatê Peqîn Pêk Hat, Kuştî Û Birîndar Hene


Midyat, Turkey
Midyat, Turkey

Ajansa AP ji Enqerê li gur çavkaniyên dewleta Tirk ragihand ku, îro li bajorkê Mîdyatê yê girêdayî Mardînê êrîşeke xwekujî pêkhatiye û di encam de 3 kesan jiyana xwe jidest daye û zêdetirî 30 kes birîndar bûn e.

Weke çavkanîyên hêzên ewlekariya Tirk dibêjin, trombêleke bombekirî bingeha sereke ya polîsan li Mîdyatê armanc girtîye, di encama êrîşê de efserekî polîsan û 2 kesên sivîl hatine kuştin, ev yek ji aliyî serokwezîr Bînalî Yildirim ve jî hatiye piştraskirin.

Serok hikûmetê tirkiyê Bînalî Yildirim, behsa êrîşa Mîdyatê kir û endamên Partîya Karkerên Kurdistan (PKK) bi encam dana êrîşê tawanbar kirin.

Êrîşa roja çarşemê li Mîdyatê rojekê piştî êrîşa li stenbolê pêkhat ya ku, serê sibeya roja Sêşemê pêkhatî û di encam da 11 kesan jiyana xwe jidest dayî, êrîşa roja çarşemê li Mîdyatê weke berdewamiya êrîşên dijwar û rewşa aloz li herêmê hat nirxandin.

Wek tê zanîn ji tîrmeha sala 2015an, piştî danûstendinên aştîyê li tirkîyê hatîne rawestandin heta niha şer û pevçûn li gelek herêmên tirkiyê di berdewam in, weke çavkaniyên dewleta tirki didin xuyakirin, ji wî çaxî heta niha 500 endamên hêzên asayîşa dewleta tirk hatine kuştin û heweha çavkaniyên leşkerê tirk dibêjin wan 4900 endamên PKK li bakûrê Îraqê û li tirkîyê kuştin e.

XS
SM
MD
LG