Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

IOM: Di Bûyera Jêravbûna Gemiya Koçberan de Herî Kêm 63 Kes Mirin


Spain Migrants
Spain Migrants

DAKAR — Rêxistina Koçberîyê ya Navneteweyî (IOM) îro Pêncşemê ragihand ku li nêzî giravên Cabo Verdeyê gemiyeke koçberan binav bûye.

IOM ragihand ku di encama bûyerê de herî kêm 63 koçber mirine

Giravên Cabo Verde li Afrîkaya Rojava nêzîkî Senegal û Morîtanyayê ye.

Hat ragihandin ku gemî di 10’ê Tîrmehê de ji Senegal derketîye rê û ber bi Giravên Kanarya ya Ispanyayê ve diçû û herwiha 101 kes tê de bûn

Karbidestên her du welatan û herwiha rêxistinûn sivîl dibêjin ku bi zelalî nayê zanîn ka gemî kengî noqî avê bûye.

Li gor zanyarîyan, 38 penaber ji gemiyê hatine rizgar kirin ku çar jê zarok in û temenên wan di navbera 12 û 16’an de ne.

Polîs jî dibêje gemî roja Duşemê, 277 km dûrî Girava Salê hatiye dîtin ku giraveke Cape Verde li Okyanûsa Atlasê ye.

Li gor IOM’ê, di 2022’an de herî kêm 559 kesên dixwestin ku xwe bigihînin Giravên Kanarya, mirine.

Di şeş mehên destpêkê yên vê salê de li heman heremê 126 kes mirine yan jî winda bûne û 15 keştîyan qeza kirine.

Di meha Tîrmehê de li nêzî Dakarê, paytexta Senegalê keştîyeke din ya koçberan noqî avê bûbû û di encamê de 15 kes fetisîbûn.

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG