Du jêderên Lubnanî ji Reutersrê re got ku serokwezîrê demkî yê Lubnanê Necîb Mikatî wê roja Şemîyê li Şamê bi rêberê demkî yê Sûrîyê Ahmed El-Şeraa re bicive.
Ger ev hevdîtin çêne, Mikatî dibe serokê yekê yê hikûmetekê ku ji dema hilweşandina rejîma Beşar Esad vir ve serdana paytexta Sûrîyê, Şamê dike û dîsa dibe sardana yekê ya nav 15 salên borî ya navbera Lubnan û Sûrîyê.
Serokwezîrê Lubnanê yê dawî ku serdana Şamê kir Saad Herîrî bû ku di sala 2010an de çûbû Sûrîyê.
Serokê nû yê Lubnanê, Joseph Aoun, roja Pêncşemê got ku piştî dawîhatina desthilata Esad j derfeteke dîrokî jibo dîyalogeke cidî û wekhev bi Sûrîyê re heye.
Hêjayêî bîrxistinê ye ku Sûrîye ya bin desthilata malbata Esad de serwerîyeke mezin li ser Lubnanê hebû û heta 2005an hêzên wê yên leşkerî li Lubnanê bûn.
Mikatî hefteya borî vexwendineke telefonê ji Şeraa wergirtibû ku serdana Sûrîyê bike.
Wezîrê Derve yê Lubnanê Abdallah Bou Hebîb, ku li ber e bi Mikatî re here Sûrîyê, di 26ê Berfanbarê de ji hevtayê xwe yê Sûrî re gotibû ku ew li hêvîya peywendîyên baş yên cîrantîyê bi Sûrîyê re ne.