Civata Nûneran ya Amerîkîa îro Çarşemê nûnerê eyaleta Mike Johnson wek serokê xwe yê nû hilbijart.
Di dengdanê de Johnson bi 220 dengan wek serokê nû hate hilbijartin û berbijarê Demorkat Hakeem Jeffries jî tevahîya 210 dengên nûnerên partîya xwe sitandin.
Serokê Civata Nûneran yê berê Kevin McCarthy di 3'ê Cotmehê de ji posta xwe hatibû dûrxistinû ji wê demê heta niha krîza tunebûna serok hebû.
Di Civata Nûneran de Partîya Komarî xwedîyê 221 kursîyan e û Partîya Demokrat jî xwedîyê 210 endaman e.