Wezîrê Derve yê Amerîka Mike Pompeo roja Pêncşemê di rûniştina lêpirsînê da ya Komîta Senatoran ya Têkiliyên Derve amade bû got, Amerîka hêjî lêkolîn dike kanê ewê çi bersiv bidin Tirkiyê jibo kirîna sistema beravnî ya Rûsî S-400.
Berî rûniştina lêpirsînê ya Komîta Têkiliyên Derve ya Civata Senatoran destpê bike, hesaba Twittera fermî ya Komîtê li ser navê serokê komîtê Jim Risch nivîsand "Amerîka û hevpeyman li hember aloziyên di warê têkiliyên derve yên cidî da, rû bi rûne û dom dikin, ev dê jibo me bibe têstek bo 10an salên dahatî. Kêfxweşim ku vê sibê li gel wezareta derve rûniştina lêpirsînê encam bidîn..."
Ajansa Reuters radigihîne ku, Pompeo dema di rûniştina li hember Komîta Têkiliyên Derve ya Civata Senatoran da amadebû, bersiva pirsa Senatorê Demokrat yê di asta bilind da, Bob Menendez da.
Dema Bob Menendez derbarê helwesta wan ya li dij kirîna Tirkiyê ya S-400 pirsî, Pompeo bersiv da û got"Hêjî em dinirxînin kanê sizayên çawan cê bicê bikîn, jibo xatirê gihiştina armanca me ya dawiyê".
Wezîr Pompeo îro sibê li civata senatoran amadebû û berevanî ji rêbaza Rêveberiya Serok Trump kirin, yên derbarê Rûsya û hin pirsên din, Pompeo ji aliyê senatorên demokrat ve rastî rexneyên tund hat, derbarê gelek pirên girêdayî têkiliyên Amerîka yên bi derve ra.
Ji hejî bîrxistinê ye ku Tirkiyê sistema berevanî ya S-400 ji Rûsya kirîye, ev bûye xala alozbûna têkiliyên Amerîka û Tirkiyê ji aliyekî û Tirkiyê endamên hevpeymaniya NATO ji aliyek din. Herwiha bû sedema ragirtina girêbesta ku Tirkiyê li gel Amerîka îmza kirbû, ya çêkirin û kirîna firokên cengê yên F-35.