Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Mîkrofonên Trump û Biden Dê di Dîbeyta Dawî de Girtî Bin


Berbijarê Partîya Komarî Serok Donald Trump û berbijarê Partîya Demokrat Joe Biden dê roja Pêncşemê di dîbeyta dawî ya rûbirû de biaxifin.

Komîsyona Dîbeytên Seroktîyê (CPD) dîyar kir ku dê ew guftûgo 90 deqîqeyan bidome û dema her mijarekê 15 deqîqe be.

Her du berbijar li ser pirsa moderator dê di serî de du deqîqeyan biaxifin û di wê kêlîyê de mîkrofona berbijarê din dê girtî bimîne ku bi wî awayî axaftin dê neyê birîn.

Di beşa dîtir de, ‘’dîbeyta vekirî’’ dê destpê bike ku wê demê dê mîkrofonên her du berbijaran jî vekirî bin.

CPD ragihand ku ew bi vê şêweyê dixwazin ku berbijar bi qasî demên xwe biaxifin û kêrhatina bernamayê ya bo temaşevanan zêdetir be.
Trump û Biden cara pêşî di 29’ê Îlonê de rûbirû axifîbûn û jiber maytekirina berbijaran ya li axaftinan ew bername hatibû rexne kirin.

Dîbeyta dawî ya Trump û Biden dê roja Pêncşemê li Zanîngeha Belmont ya Nashville li dar keve.

XS
SM
MD
LG