Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Tirkîyê Îtifaqa Milet Hevdîtina Biden û Erdogan Nîrxand


Di 31 Cotmehê 2021an de di navbera Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan û Serokê Amerîka Joe Biden de li Romayê hevdîtinek hatibû çêkirin.

Rojek piştî wê civînê, partîyên opozîsyonên ku di nav Îtifaqa Milet de cî digirin; CHP ev hevdîtina neyînî nîrxand, lê hevpara vê îtifaqê Partîya Baş jî ev hevdîtin hem erênî hem jî wek neyînî şîrove kir.

Berdevkê CHP’ê Faîk Oztirak piştî preskonferansa civîna Desteya Rêvebirîya Navendî ya CHP’ê got ku di hevdîtinan de peyamên ku derdikevin nîşan didin ku tiştekî nû tuneye.

“Di demên berê de ligel hikûmeta Amerîkayê çi hatiye nîqaş kirin, dîsa heman tişt hatine peyîvîn. Amerîka li meclîsa xwe jî li ser F-35 nasekine tenê wê F-16 bîne rojevê. Heke em jibo modelên kevn ewqas hewil bidin ev jî tiştekî din e.”

Di vê hevdîtinê de li ser mijarên wek Surîye, Afganistanê,firokên F-16, ewlekarî, aborî û bazirganîyê hatibûn rawestandin.

Serokê Gruba Partîya Baş Îsmaîl Tatlioglu jî di preskonferansa li meclîsê de got ku bi serokê dewleta Amerîkayê di nav şandeyan de hevdîtinek çêbûye û ev hevdîtan di nav dewletan de hatiye çêkirin.

“Loma jî em vê hevdîtinê girîn dibînin. Lê mijareke din jî ew e ku F-35 û F-16 ye. Heke hun ji F-16 re bêjin erê wateya wê yekê ew e ku dest ji projeya F-35 vedikişînin û li şûna teknolojîya nû hunê teknolojîya kevn wergirin. Niha desthilatî bi vê yekê dibêje ku wan caket neda me loma em jî pantolonê dikirin.”

Di hevdîtina navbera Erdogan û Biden de “Mekanîzmayeke Hevpar” jî hatiye rojevê ku li gor wê, di siberojê de li ser babetên wek Sûrîye, ewlekarî, bazirganî û xurtkirina têkilîyên dualî jî danûstandin wê bidomin.

ED_02_11_2021_Milet_Erdogan_Biden
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:44 0:00

XS
SM
MD
LG