Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Miller: Yekîneya Zerevanîya Neteweyî ya Washingtonê li Ser Kar E


Şûngirê Wezîrê Berevanî yê Amerîka Christopher Miller dîyar kir ku temamê yekîneyên Zerevanîya Neteweyî yên li Washington ya paytext bo alîkarîya karbidestên ewlekarî yên herêmî û yên federal bikin, li ser kar in.

Christopher Miller dîyar kir ku ew bi Serokê Hêzên Hevbeş Mark Milley re ser rewişa li Kongresê bi Cîgirê Serok Mike Pence, Seroka Civata Nûneran Nancy Pelosi, Rêberê Komarîyên li Civata Senatoran Mitch McConnel û Rêberê Demokratên li Civata Senatoran Chuck Schumer re cihê bi cihê axifîne.

Miller da zanîn ku wan Zerevanîya Neteweyî ya Washingtonê bo alîkarîya karbidestên ewlekarîyê yên herêmî û yên federal bikin erkdar kiriye.

Wî got ku ger karbidestên herêmî pirtir alîkarî bixwazin ew hazir in ku wê piştgirîyê jî bikin.

Jiber bûyerên li Kongresê di 18:00 de qedexeya derketina derve hat ragihandin û ew dê bi demjimêra herêmî heta 06:00 de bidome.

Serok Donald Trump bi vîdeoyekê bang li alîgirên xwe yên li dora Qesira Sipî û Kongresê kiribû ku vegerin malê.

JCNN radigihîne ku jina ku li nêzî Kongresa Amerîkî bi êrîşa çekdar birîndar bûye, jîyana xwe ji dast daye

XS
SM
MD
LG