Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Piştî Baroveya Milton Hin 2 Mîlyon Kes li Florida Bê Elektrîk In


Baroveya Milton dema ku şeva Çarşemê ji eyaleta Florida derbaz bû û li pey xwe wêranîyeke berbelav hişt.

Baroveya Milton şeva Çarşemê bi bayên bi hêza di saetê de 205 kîlometreyan gihîşt beravên rojavayî yên Florîda yên nêzî bajarê Sarasota.

Bayên hêzdar qumaşê ser banê Stadyuma Tropicana qetand ku lîstingeha tîma serekî ya Lîga Baseball ya Tampa Bay Rays e.

Bayên bahozê û baranên giran bûn sedema bilindbûna asta avê ku ji beravên Kendavê ber bi herêmên nizim yên bajarên Tampa, St. Petersburg, Sarasota û Fort Myers herikîn.

Milton di heman demê de berîya ku bigêhejê ser erd li serenserî Florîda bû sedema herî kêm ve zedetirî 20 xortim anku tornadoyan.

Karbidest dibêjin ku gelek kes jiber tornadoyan jîyanên xwe hinda kirine, ku yek ji wan li taxeke devlemend ya li nêzî bajarê Fort Pierce çêbûye û pirtir ji 100 xanî hilweşîne.

Rûniştvanê Fort Myers Connor Ferin ji Dengê Amerîka re got ku her tiût pir zû qewimî.

“Ev wêranî pir zû û nişkeve qewimî, pencere şikestin û dema qewimî ez li vir bûm. Pisîka min li ser vê maseyê bû. Min her du kûçik girtin û revîyam bin nivîna xwe û ewqas. Dibe ku bi tevahî yek deqîqe, belkî jî kêmtir berdewam kir."

Tevî ku Navenda Barove ya Netewî ya Amerîkî îro xeterîya Baroveya Milton daxist asta yekê, karbidest bal dikşînin ku herî kêm 2 mîlyon rûniştevanên Florida bê elektrîk in.

Pisporên meteorlojî hişyarî didin hemwelatîyan ku berî ku Baroveya Milton bigêheje Oqyanusa Atlantîk, baranên wêranker û bayên hêzdar wê tevahîya rojê bidomin.

Jêder: VOA

XS
SM
MD
LG