Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Meclîsa Minbicê jibo 130,000 Sîvîl Alîkarîya Nan û Derman Dixwaze


Sîvîlên li Minbicê
Sîvîlên li Minbicê

Reuters'ê do Çarşemê ji zarê jêderên xwecih ragihand ku 130 hezar sîvîlên ku li Minbic û derdora wê bi cîh bûne di krîza pêdivîyên jîyanî de ne.

Berpirsê Sîvîlan ya Meclîsa Minbicê, Faruk el-Maşî ji ajansê re dîyar kir ku divê ji wir re demûdest nan û derman were şandin.

''Em bang li sazîyên navneteweyî dikin ku çareserîyekê ji vê krîza mirovî re bibînin'' el-Maşî got.

Berî alozîya li Minbicê, li wir û derdora wê bi qasî 600 hezar kes dijîya.

Artêşa Sûrîyê ku Rûsya hevalbenda wê ye li başûrê Minbicê pêş ket ku di şerê li dijî DAIŞ'ê de Tirkîye û serhildayên ku piştgirîya wan dike jî li rojavayê wî bajarî pêşde çûn.

Navenda Minbicê par ji alîyê hêzên ku Yekîneyên Parastina Gel (YPG) pêşengîya wê dike û Amerîka jî hevkarê wan e ji dest DAIŞ'ê hat derxistin ku Tirkîye jiber peywendîyên wê yên bi Partîya Karkarên Kurdistan (PKK), wan yekîneyan jibo ewlekarîya xwe ya neteweyî wek gefekî dibîne.

YPG her çiqas eşkere dike ku ew ji Minbicê derketîyê jî Tirkîye dibêje ew ne rast e.

Amerîka jibo ku komên cûdabîr şerê hevdu nekin hefteya borî hin leşkerên xwe li derdora Minbicê bi cîh kir.

XS
SM
MD
LG