Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Generalê Amerîkî: Emê Piştgirîya bo Hêzên Kurdan Bidomînin


Paul Funk li Minbicê
Paul Funk li Minbicê

Generalê Amerîkî Paul E. Funk dîyar kir ku têkoşîna hêzên koalîsyonê ya dijî Dewleta Îslamî (DAIŞ) didome û jiber vê dê leşkerên Amerîkî li Minbicê bimînin.

Funk da zanîn ku heta herêm bi temamî ji DAIŞ’ê tê paqij kirin ewê li herêmê bin.

Tirkîye ji Amerîka dixwaze ku leşkerên xwe ji Minbicê vekişîne. Leşkerên Amerîkî di sala 2016’an de, piştî Minbic ji DAIŞ’ê hatibû sitandin, li wî bajarî bi cîh bûbûn.

Generalê Amerîkî da zanîn ku tevî bertekên Tirkîyê jî ewê piştgirîya xwe ya bo hêzên Kurd bidomînin.

Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan, bang li Amerîka kiribû ku leşkerên xwe ji Minbicê vekişîne û gotibû ku ewê Minbicê radestî xwedîyên wê yên rast kin.

Funk bi bîr xist ku Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) Reqa ji destê DAIŞ’ê sitandine û li civata navneteweyî bi vê serkeftinê tê nas kirin.

Yekîneyên Parastina Gel (YPG) pêşengîya HSD’ê dike.

XS
SM
MD
LG