Piştî 12 rojan ji destpêka operasyona Rizgarkirina Minbicê, Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) û Hêzên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê ji çar alîyan ve bajarê Minbicê dorpêç kir.
Li gor şervanan, ji çar alîyan ve 1 km di navberî wan û bajarê Minbicê de maye. Li Rojavayê Minbicê şervanên HSD û yên Meclîsa Leşkerî gihîştin gundê Irêmê yê ku 10 km dûrî bajar e û di navberê wan û bajarê Al-Bab 17 km maye.
Ji alîyê xwe ve çekdarên DAIŞê hewldana êrîşan dikin û di encamê de pevçûnên giran derdikevin holê.
Navenda ragihandinê ya operasîyonê ragihand ku di pevçûnan de nêzî 70 çekdarên DAIŞê hatin kuştin û 5 şervanên hêza Minbicê jîyana xwe ji dest dan.
Şervanên Minbicê operasyona xwe dewam dikin û çekdarên DAIŞê jî bi rêya topên hawanê, çandina mayin û otombîlên peqîner hewldana sekinandina pêşketina şervanan dikin û êrîşî ser noqteyên hêza Minbicê yên li dora bajêr dikin.
Hêjayî bîr xistinê ye ku firokên koalisyona navnetewî ya dijî DAIŞê jî bi karîgerî beşdarî vê operasyonê dibin û êrîşên esmanî tînin ser armancên wê grubê.