Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Şervan Derwîş: Rizgarkirina Minbicê ji Cîhanê re Xizmeteke Mezin Bû


Berdevkê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Şervan Derwîş, di hevpeyvîneke taybet de, ji Dengê Amerîka re pêşketinên li wî bajarî gotin.

Derwîş dîyar kir ku salek di ser rizgarkirina Minbicê re derbas bûye û wan di vê demê de, hejmara leşkerên xwe ji berê pirtir kiriye.

‘’Di perwerdekirin û biçekkirina leşkerên me de, koalîsyona navneteweyî rolekî girîng dilîze. Peywendîyên me yên bi hêzên hevpeymanê re, gihaştine asteke bilind’’ Derwîş got.

Berdevkê Meclîsa Leşkerî da zanîn ku Kurd, Tirkmen, Çerkez, Ereb, Ermenî, hemî pêkhateyên Minbicê ‘’bi coşeke mezin’’ salvegera rizgarkirina Minbicê pîroz kirine û ew jî nîşan dide ku ‘’gel ji rêvebirîyê razî ye’’

Derwîş bi berdewamî dîyar kir ku hin alî dixwazin rêvebirîya Minbicê reş bikin, lê bajarê wan bo çavdêrîyên rojnamevan û sazîyên serbixwe tim vekirî ye.

Derwîş herwiha da zanîn ku Tirkîye, rejîma Sûrîyê û DAIŞ dijî wan gefan dixwin, lê ‘’yekîtîya pêkhateyên Minbicê kiriye ku di salekê de tek peqînek jî li hindurê bajêr pêk neyê’’

Berdevkê Meclîsa Leşkerî dîyar kir ku Minbic, jiber ku navenda çekdarên bîyan yên DAIŞ'ê bûye wek ''Londona Biçûk'' dihatîye bi nav kirin. Wî da zanîn ku bi rizgarkirina Minbicê, cîhan ji gefên terorê yên mezin filîtiye û bang li bîragiştî ya navnetweyî kir ku alîkarîya Minbicê bikin.

Şervan Derwîş: Di Demeke Kurt de Gelek Pêşketin li Minbicê Çêbûn
please wait

No media source currently available

0:00 0:12:41 0:00

XS
SM
MD
LG