Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Erdogan: Piştî El-Bab Dora Bajarê Minbic Tê


serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan
serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan roja Çarşemê da xûyakirin ku di êrîşên çekdarên Sûrî de, yên ji aliyê Tirkiyê ve têne piştevanî kirin ewê nêzîk bajarokê el-Bab yê Sûrî ji destên DAIŞê derbînin.

Eerdogan ev axiftin di weşana Televizyonî de kirin û da zanîn ku, ew di rijdin, hemî herêmên din paqij bikin, ji wana bajarê Minbic, ev dê di êrîşên ji aliyê Tirkiye ve tên piştevanî kirin bi encam bibin.

Bajarê Minbic 30 kîlometran dikeve rojhilatê el-Bab. Wek tê zanîn bajarê Minbic meha Tebaxa sala 2016an ji aliyê hêzên Sûriya Demokrat (HSD) ve hat bû rizgarkirin û gelek çekdarên DAIŞ di bajar de hatbûn kuştin, hêzên HSD ji şervanên Kurd, Ereb, Tirkmen û kêmaniyên din yên li herêmê pêk tê, ev hêz ji aliyê Amerîka ve tên piştevanî kirin.

XS
SM
MD
LG