Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Nivîskar Mirazê Cemal Şerê Qarabaxê û Helwesta Kurdan Dinirxîne


Ermenîstanê û Azarbaycanê di 27'ê Îlonê de ser erdê Qarabagê ketibûn şer û heta niha jî pevçûnên dijwar didomin.

Rojnamevanê Kurd Mirazê Cemal ku li Yerevanê dijî, ser rewşa şer agahî dide guhdarên me.

Keremê Seyad û Mirazê Cemal
Keremê Seyad û Mirazê Cemal

Cemal ku nivîskarê rojnameya Rêya Teze ye ji Dengê Amerîka re dibêje ku cîhê ku niha Ermenistan û Azerbaycanê şer dikin, axa Kurdîstana Sor.

“Min berî 30 salan serdana wê herêmê kiriye. Mixabin Kurdên wê deverê jî êdî xwe wek Kurd bi nav nakin.”

Mirazê Cemal bal dikşîne ku di sengera her du dewletan de jî Kurd hene ku şer dikin.

''Berî du rojan serbazekî derece bilind yê Kurd, ku ew ji devera Dîlîcana Ermenistanê bû, di şer de bû cangorî. Herwiha gelek xortên Kurd jî birîndar bûne.''

Cemal dîyar dike ku divê Kurd jî wek Ermenîyan piştgirîya hevdu bikin.

''Di şerê niha de me dît ku hemî Ermenî di nav xwe de tifaq in, xwezî Kurdên me jî wekî wan tifaqa xwe ava bikirana.''

KHF_10_08_2020_Mirazê_Cemal
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:58 0:00

XS
SM
MD
LG